Muhammet Kurşun
05 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
NEW YORK
Di 90emîn Xelatên Akademiyê de (Oscar) berhemê bi navê "The Shape of Water" şayanê xelata "Filmê Herî Baş" hat dîtin.
Di şeva 90emîn Xelatên Akademiyê de ku li Şanoya Dolby a Hollywoodê hat lidarxistin film, lîstikvan, senarîst û derhênerên herî baş gihîştin xelatên xwe.
Xelatên heta niha hatine dayîn wiha ne:
Filmê Herî Baş: "The Shape of Water"
Derhênerê Herî Baş: Guillermo del Toro (The Shape of Water)
Lîstikvanê Herî Baş Gary Oldman (Darkest Hour)
Lîstikvana Herî Baş: Frances McDormand (Three Billboards Outside Ebbing, Missouri)