Nihat Kavşut
01 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
ŞANLIURFA
Çêkirina banê parastinê ya Gobeklîtepeya ku wek "navenda perestgeha herî kevin ya dinyayê" tê zanîn û di "Lîsteya Berwext ya Mîrateyên Dinyayê" ya Teşkîlata Zanist, Perwerde û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) da cî digire temam bû û tê pêşbînîkirin ku hejmara ziyaretvanan zêde bibe.
Xebat û kolana li Gobeklîtepeyê ku li texma taxa Orencikê ya 18 kîlomêtro dûrî navçeya Halîliyeyê ye 54 sal in dewam dikin. Gobeklîtepe cara ewil di sala 1963yan da di xebatên lêkolînerên ji zanîngehên Stenbol û Chîcagoyê da hat dîtin.
Di serî da Wezareta Çand û Tûrîzmê gelek saziyên navneteweyî Gobeklîtepeyê wekî "navenda perestgeha herî kevin ya dinyayê" qebûl dikin û 6 sal berê jî ket "Lîsteya Berwext ya Mîrateyên Dinyayê" ya UNESCOyê. Gobeklîtepe îsal di Civîna Komîteya Mîrateyên Dinyayê ya 42yemîn da yek ji pêşniyazên Tirkiyeyê ye.
Amadehî û xebatên ji bona namzediya Gobeklîtepeyê dewam dikin û ji bona parastina bermayiyan jî çêkirina baneke pola ya qederê 4 hezar mêtroqere ye temam bû.
Qada ku ji bona xebatan sala par ji ziyaretê ra hat girtin piştî temamkirina xebatan cardin hat vekirin û ziyaretvan wê bi rehetî bikaribin bigerin.
Bi vebûna Gobeklîtepeyê tê pêşbînîkirin ku di sezona tûrîzmê da eleqeyeke mezin çêbe.
Fevzî Demirkolê Şaredarê Halîliyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir bi halê xwe yê nû Gobeklîtepe li benda ziyaretvanan e.
Demirkol diyar kir ji bona nasandina Gobeklîtepeyê şaredarî xebatên curbecur dike û got ku wê ev feydeyeke mezin jî bide tûrîzma Gobeklîtepeyê û bajêr.
Muslum Çobanê Serokê Odeya Rêberên Tûrîstan ya Herêmî destnîşan kir bi vekirina Gobeklîtepeyê hêvî dikin ku hejmara tûrîstên biyanî û xwemalî zêde bibe.
Çoban diyar kir kesên bi karê tûrîzmê ra eleqedar in li benda vekirina Gobeklîtepeyê bûn.
Sînem Kirana ji bona dîtina Gobeklîtepeyê ji Stenbolê hat diyar kir ku Gobeklîtepeyê ji çapemeniyê teqîb kiriye û got ku niha min derfet dît ku bibînim.
- Gobeklîtepe
Gobeklîtepe cara ewil di sala 1963yan da di xebatên lêkolînerên ji zanîngehên Stenbol û Chîcagoyê da hat dîtin û hê jî xebatên li ser bermayiyan dewam dikin.
Bi hevkariya Enstîtuya Arkeolojiyê ya Almanyayê ya Berlînê û Muzeya Şanliurfayê ji sala 1995an vir va li Gobeklîtepeyê xebat tên kirin û kevirên çikandî yên di şiklê "T"yê da hatin dîtin. Li ser keviran fîgurên heywanan hene û 3-6 mêtro bilind û 40-60 ton giran in. Tê destnîşankirin ku ji heyama neolotîk mane.
Di xebatan da bermayiyên perestgeha herî kevin ya dinyayê ku gilover û lakêşe ye û 8-30 mêtro ye hatin dîtin. Di xebatan da peykerekî însên yê 65 santîmêtro bilind û tê gotin qederê ji 12 hezar sal berê maye hat dîtin. Li Gobeklîtepeyê berhemên dîrokî yên bi vî rengî yên curbecur hatine dîtin.