ADIYAMAN - MEHMET FATİH ASLAN
Li navçeya Kehtaya Adiyamanê xebatên rê dest pê kirin. Bi vî awayî turîst wê di demeke kurt de bigihêjin serê çiya.
Qralê Kommageneyê Antiochus Theos beriya zayînê (BZ) di sala 62an de li ser Çiyayê Nemrûdê peykerên mezin da çêkirin. Li dinyayê hilatin û qulibîna rojê herî baş li wir tê temaşekirin. Ji ber vê her sal gelek turîstên herêmî û biyanî diçin ziyareta Çiyayê Nemrûdê.
Ji navçeya Kehtayê du rê derdikeve li ser çiyayê Nemrûdê. Turîst bi rêya sereke piştî 60 kîlometreyan, bi rêya kurt jî piştî 30 kîlometreyan digihêjin serê çiya.
Ji bo ku turîst rehet bigihêjin li serê çiya di rêya 2 hezar 150 metreyî ya kurt de xebatan dest pê kir. Ji ber ku wesayît nikarin derkevin li ser vê rêyê, karker xîz û çîmentoyê bi ker û qantiran dikişînin.
Walî Mahmut Demîrtaş der barê xabatan de daxuyanî da AAyê û got Çiyayê Nemrûdê ji nuwazeyên cîhanê yek e. Demîrtaş diyar kir ku her sal gelek turîst tên ziyareta Çiyayê Nemrûdê. Lê rêya kurt bi talûke ye. Niha rêya me tê çêkirin. Em ê lewheyên agahdariyê jî daynin û rê ronî bikin.