Fatih Gazioğlu
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
ANKARA
Hikûmeta Îspanyayê daxuyand ku ew ji ber aqûbeta Cemal Kaşikçiyê rojnamegerê Siûdî yê wenda ew bi fikar in.
Balyozxaneya Enqereyê ya Îspanyayê der barê aqûbeta Cemal Kaşikçiyê rojnamegerê Siûdî yê wenda de daxuyanîya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê da hat gotin ku di mijara wendabûna Kaşikçiyê rojnameger da hikûmeta Îspanyayê jî şibê hemû dewletên din di nav "fikaran" da ye û wiha hat gotin:
"Hikûmeta Îspanyayê lêpirsina niha bi hevkariya meqamên Siûdî û Tirk tê meşandin ji nêz va dişopîne û daxwaz dike ku ev lêpirsin bi lez encamekê bide. Îspanya her dem azadiya çapemenî û xweîfadekirinê diparêze. Îspanya ji bilî vê parastina rojnamevan jî diparêze."
- Bûyera Kaşikçi
Kaşikçiyê ku piştgiriyê dide rojnameya El Watana ku ji bo reformxwazên Siûdî platformeke girîng e û herwiha di rojnameya Washington Postê da jî nivîs dinivîsand, di 2yê cotmehê da seba miemeleyên fermî çûbû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî ya Stenbolê û wenda bûbû.
Çavkaniyên emniyetê piştrast kirin ku Kaşikçi piştî çû konsolosxaneyê, careke din jê derneket, di heman saetan da bi 2 balafiran 15 welatiyên Siûdî ku hatibûn Stenbolê û ketibûn avahiya konsolosxaneyê û paşê dîsa vegeriyabûn welatê xwe yê ku jê hatibûn.