24 Îlon 2015•Rojanekirin: 24 Îlon 2015
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nimêja eydê li Mizgefta Hamid-î Evvel a Emirganê kir.
Serokomar Erdogan piştî nimêjê eyda welatiyan bimbarek kir û daxuyanî da. Erdogan destnîşan kir ku daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya DYAyê ku tê da dibêjin DYA YPGyê wek rêxistina terorê nabîne xelet e û wiha dewam kir: "Li gorî me PYD û YPG rêxistinên terorê ne. Amerîka di vî warî da bedel nade, em dizanin ku PYD û YPG çi dikin û em bedel didin. Divê cardin li ser nirxandin û nêrînên xelet bifikirin. Em DAEŞê wek rêxistina terorê dibînin, PYDyê û saziyên li cem wê jî wek rêxistina terorê dibînin û bi heman awayî PKKyê wek Rêxistina terorê dibînin."
- "Em li Sûriyeyê yekbûyiya axê diparêzin"
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Alîkariya Rusya û Îranê ya ji bo Sûriyeyê eşkere ye û venaşêrin. Min do jî anî ziman, Esed dixwaze Sûriyeyeke bûtîk çêke. Em li Sûriyeyê yekbûyiya axê diparêzin. Em bi taybetî herêma biewle dixwazin. Ji bo herêma biewle armanca me çi ye? Li Tirkiyeyê niha nêzî 2 milyon penaber hene. Penaber dixwazin vegerin welatê xwe. Herêma biewle jî wê ji bo vê bibe wesîle. Bi Pûtîn ra jî em li ser van meseleyan axivîn."
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em di heyameke dijwar da dikevin Eyda Qurbanê. Wê di 1ê sermawezê da hilbijartin were kirin. Ev hilbijartina zû înşela ji bo miletê me ewlehî û îstiqrarê bîne. Ez cardin Eyda Qurbanê pîroz û bimbarek dikim."