Abdullah Tel
30 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Suud el-Ma'cibê Serdozgerê Erebistana Siûdî ji bona lêpirsîna kuştina rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi cara duyemîn bi Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Îrfan Fîdan ra hevdîtin kir û paşê ji edliyeyê çû.
Suud el-Ma'cib di saet 11.00yî da hat Qesra Edliyeyê ya Stenbolê û bi Serdozger Fîdan ra li meqamê wî axivî.
Li edliyeyê Serdozgerê Siûdî el-Ma'cib û tevlî heyeta ku pê ra bûn bi qasî saetakê hevdîtinê domandin û paşê ji wir çûn.
- Bûyera Kaşikçi
Cemal Kaşikçiyê piştgirî dida rojnameya El Watanê ku ev rojname seba reformîstên Siûdî platformeke girîng e û di heman demê da di Rojnameya Washingtonê da dinvîsî, 2yê cotmehê roja sêşemê ji bo karên fermî li Stenbolê çûbû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî û ji wê demê pê va tu agahî jê nehatibû hildan.
Rêvebiriya Erebistana Siûdî jî di 20ê cotmehê da eşkere kir ku Kaşikçi piştî ket Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî "di encama xirecira li konsolosxaneyê derket de, mir." lê wan der heqê cinazeyê Kaşikçi da tu agahî nedan.
Suud el-Ma'cib û Fîdan duh jî bi qasî saetek û 15 deqîqeyî li ser bûyera kuştina Kaçikçi axivîbûn.