Türkan Tosun
07 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Rojnamevan îro jî li ber Serkonsolxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî ya ku rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçiyê nivîskarê rojnameya Washington Postê di 2yê Cotmehê da ji bo karûbarên fermî yên zewacê hatibû lê ji wir derneketibû, sekinîne.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê bûyerê da lêpirsînê didomîne.
Aqûbeta Cemal Kaşikçi hê nayê zanîn.
Kaşikçi herî dawîn hatibû Serkonsolxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî ya li Beşîktaşê.
Rojnamevan li ber Serkonsolxaneyê kom bûne û benda nûçeyekê ne.
Der û dora Serkonsolxaneyê bi bariyeran va hatiye girtin û polês li der û dorê ne.
Hin rayedar hatin serkonsolxaneyê.
Li gor agahiya ewlehiyê Cemal Kaşikçi di 2yê Cotmehê saet 13.12an da ji bo karûbarên fermî yên zewacê çû Serkonsolxaneya Erebistana Siûdî û êdî ji wir derneket.
Dergistiya Kaşikçi piştî ku ew kete hundirê avahiyê Serkonsolxaneyê êdî ji wî tu agahî hilneda.
Hêzên ewlehiyê ji wê saetê vir va hemû çûn û hatinên Serkonsolxaneya Erebistana Siûdî dinêrin û li ser lêkolînê dikin.
-Ji Serokê Komeleya Medyaya Ereb Tirk Turan Kişlakçi daxuyanî
Serokê Komeleya Medyaya Ereb Tirk Turan Kişlakçi: "Me ev agahî duh piştrast kir. Xebera kuştina Cemal Kaşikçi rast e. Xeberya duyem jî ew e ku ew pir bihovane hatiye kuştin."
Serokê Komeleya Medyaya Ereb Tirk (TAM) Turan Kişlakçi got di destê wan da agahiyeke hatiye teyîdkirin heye ku rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi hatiye kuştin.
Kişlakçi li ber Serkonsolxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî daxuyanî da rojnamevanan û got li gor agahiya gihîştiye destê wan Kaşikçi bi hovane hatiye kuştin.
Kişlakçi got du roj berê cawa kuştina Kaşikçi gihîştiye wan lê ji bo ev agahî bê teyîdkirin ew bendê mane û wiha axivî: "Me ev agahî duh piştrast kir. Xebera kuştina Cemal Kaşikçi rast e. Xeberya duyem jî ew e ku ew pir bihovane hatiye kuştin. Ev nayê qebûlkirin. Emê bertekê nîşanî vê bidin. Ez hêvî dikim wicdana dinyayê jî wê bertekê nîşan bide."
Kişlakçi anî ziman Kaşikçi ne bi tenê ji hêla alema Ereban, ji hêla hemû dinyayê ve tê nasîn û sersaxî da medyayê.