Abdullah Tel
07 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak got ku wê bernameya têkoşîneke xurt a li hemberî enflasyonê bê eşkerekirin.
Wezîr Albayrak di kampa AK Partiyê ya li Kizilcahamamê da xîtabî partiyiyan kir û ragihand ku ji dîsîplînên budçeyê wê tu tawîz nedin.
Albayrak destnîşan kir ku di aboriyê da merheleya pêvajoya terazkirinê dest pê kir.
Di xîtaba xwe da Wezîr Albayrak got ku ji bo têkoşîna li hemberî enflasyonê wê bernameyek bê eşkerekirin û wiha pê da çû: "Ji dîsîplînên budçeyê tawîz tuneye."