Elif Orhan
03 Mijdar 2018•Rojanekirin: 04 Mijdar 2018
WASHINGTON
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di gotara xwe ya der barê Cemal Kaşikçi de ya ku ji bo rojnameya Washîngton Postê ya Amerîkayê nivîsand de got ku "Tu kes car din divê curet neke ku li axa mitefîqeke NATOyê de sûcekî wiha bike. Heke kesên ku vê hişyariyê paşguh bikin derkevin dê bi gelek encamên wî yên cidî re rû bi rû bimînin."
Serokomar Erdogan ji bo rojnameya Washîngton Posta ku Kaşikçi jî beriya kuştina xwe wir dinîvîsand de gotereke bi serenava "Hê jî gelek pirsên ku divê Erebistana Siûdî der barê kuştina Cemal Kaşikçi de bide heye" nivîsand.
Erdogan diyar kir ku Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî di 2yê cotmehê de ji bo miameleyên zewacê çû serkonsolosxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê û piştê wî tu kesî ew nedît û ev gotin: "Tirkiye ji bo ku bûyera ku qewimî ji hemû aliyan ve ronî bike di seranserê meha borî de hemû derfetên di destê xwe de seferber kirin. Di encama van hewldanên me de hemû dinya hîn bû ku Cemal Kaşikçi bi awayekî bêrehm bi destê tîmeke sûîkastê ve hatiye kuştin. Bi awayekî teqez derket holê ku cinayet berê hatibû plankirin."
- "Cenazeyê Cemal li ku ye?"
Erdogan destnîşan kir gelekî girîng e ku hemû hûrguliyên bûyera menfûr a navborî bê ronîkirin û wiha axivî:
"Heke hin pirsên ku ji van hûrguliyan bêqîmettir nînin bên bersivandin dê em ê bikarin ku vê bûyera menfûr hêsantir fehm bikin. Cenazeyê Cemal li ku ye? 'Hevkarê herêmî' yê ku rayedarên Siûdî îdia dikin ku cenazeyê teslîmê wî kirine kî ye? Kî emrê qetlkirina vê mirovî hesas daye? Mixabin ku meqamên Siûdî red dikin ku bersiva van pirsan bidin. Em dizanin ku kesên ku cinayet kirine di nav 18 kesên ku li Erebistana Siûdî hatin derdestkirin de ne. Bi heman awayî em dizanin ku ev kes ji bo ku emrên wekî 'Kuştina Cemal û çûna ji Tirkiyeyê' yên ku dabûn wan bi cî bînin hatine. Wek dawî em baş dizanin ku emrê qetlkirina Cemal ji meqamên herî bilind ên hikûmeta Siûdî hatiye."
Erdogan got ku hin kes cinayeta Kaşikçi wekî "pirsgirêkeke ku dê bi demê re bê jibîrkirin" dibînîn û ev nirxandin kir: "Lêbelê em dê ev pirsên ku hem ji bo lêpirsîna krîmînal a ku li Tirkiyeyê dewam dike hem jî ji bo malbata Cemal û hezkiriyên wî gelekî girîng in bipirsin. Digel ku ji ser qetla Cemal mehek derbas bû jî em nizanin ka cenazeyê wî li ku ye. Ew heq dike ku qet nebe li gor şert û mercên îslamê bê definkirin."
- "Ne mimkûn e ku ez jê bawer bikim ku Qral Selman emrê kuştinê daye"
Erdogan gotara xwe wiha domand:
"Ji bo ku dinya heman pirsan bipirse me hemû delîlên di destê xwe de di serî de Amerîka bi hemû welatên dost û mitefîq re parve kirin. Ez dixwazim destnîşan bikim ku dema em bersiva pirsên xwe digerin Tirkiye û Erebistana Siûdî di nav têkiliyên dostene de ne. Bi tu awayî mimkûn nîne ku ez jê bawer bikim ku Xadim ul-Heremeyn Qral Selman emrê kuştina Cemal Kaşikçi dabe. Lewra jî ji bo ku mirov jê bawer bike ku ev cinayet polîtîkaya fermî ya Erebistana Siûdî ye tu sedem tune. Ji ber vê yekê cinayeta Kaşikçi wekî 'pirsgirêkeke' di navbera her du welatan de bibînîn dê şaş be. ostaniya me ya çendî salan a bi Riyadê re nayê wê wateyê ku em dê vê cinayeta plankirî ya ku ber çavê me hat kirin ji nedîtinê bên."
- "Tu kes divê curet neke ku di axa mitefîqeke NATOyê de sûcekî wiha bike"
Erdogan destnîşan kir ku îzaha kuştina Kaşikçi mimkûn nîne û ev gotin: "Ev sûc heke li Amerîkayê yan jî li welatekî din bihata kirin meqamên wê welatê dê ew bûyera ku qewimî ronî bikirana. Ne mimkûn e ku em helwesteke cuda nîşan bidin. Tu kes car din divê curet neke ku li axa mitefîqeke NATOyê de sûcekî wiha bike. (Heke ne) Dê encamên wî yên gelekî cidî çêbin."
Serokomar Erdogan ev gotin:
"Cinayeta Kaşikçi bi awayekî eşkere suîstîmal û ixlalkirina Peymana Viyanayê ya Der barê Kar û Barên Konsolosxaneyê de ye. Heke berpirsyar neyên cezakirin dê ji bo dahatûyê bibe mînakeke gelekî xeternak. Ji ber vê yekê dema hin rayedarên Siûdî şûna xizmetê edaletê bikin hewl didin ser cinayeta plankirî ya ku Kaşikçi hat qurbankirin bigirin, em gelek xemgîn û mat bûn. Riyada ku 18 gumanbar derdest kirin dijî konsolosa Siûdî ya ku ji çapemeniyê re derew gotin û piştî demek kurt ji Tirkiyeyê reviya tu pêngav nehatin avêtin û ev yek jî dibe sedema fikaran. Heman awayî dozgerê Siûdî yê ku vê hefteyê hat Stenbolê û bi muxatabê xwe re hevdîtin kir red kir ku piştgiriyê bide lêpirsînê û bersva pirsên herî hêsan jî neda û ev yek jî gelekî xemgîniyê dide. Wî dozgerên Tirk ji bı hevdîtinên zêdetir dawetî Erebistana Siûdî kir ev yek wekî taktîkeke bêhêvî û mijûlkirina qesdî hat nirxandin."
- "Em divê kesên ku ev lîstik dan lîstin teşhîs bikin"
Erdogan diyar kir mecbûriyetek e ku derxînin holê ka di paşxaneya cinayeta Kaşikçi de çi heye û gotara xwe wiha temam kir:
"Çawa ku skandala Watergateyê ji bûyera diziyê zêdetir be û êrîşên terorê yên 11ê îlonê ji kesên balafir revandin re sînordar nîne di cinayeta Cemal Kaşikçi de jî tiliya ji hin peywirdarên ewlehiyê zêdetir kesan heye. Em mecbûr in di kuştina Cemal de kûklavanan teşhîs bikin û derxînin holê ka rayedarên Siûdî bi kî ewle bûne ku ev kirin kirine."