Elif Orhan
03 Mijdar 2018•Rojanekirin: 04 Mijdar 2018
WASHINGTON
Birêvebiriya Amerîkayê da zanîn ku hemû mueyîdeyên ku di çarçoveya peymana nukleer a 2015an de hatin rakirin dê dîsa bên tetbîqkirin lêbelê dê ji bo 8 welatan di bazirganiya neftê de muafiyeta berwext bê dayîn.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo û Wezîrê Xezîneyê Steven Mnuchîn da zanîn ku mueyîdeyên dijî Îranê dê ji 5ê sermawezê pê ve dîsa bên tetbîqkirin.
Pompeo da zanîn ku digel vê dê ji bo 8 welatasn di mijara bazirganiya nefta ji Îranê de muafiyet bê dayîn û got ku ev welêt jî dê di 5ê sermawezê roja duşemê bê eşkerekirin.
Pompeo her wiha da zanîn ku dê ji bo Yekîtiya Ewropayê tu muafiyet neyê dayîn.