Haydar Şahin
13 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
WASHINGTON
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew ê der barê aqûbeta Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî da bi Selman bîn Ebdilezîzê Qralê Erebistana Siûdî ra biaxive.
Trump li Ohioya eyaleta Amerîkayê beriya çalakiya beşdar bibûyê pirsên rojnamevanan bersivand û li ser bûyera Kaşikçi axivî.
Li ser pirsa gelo bi Qral Selman ra axivî an na Trump wiha got: "Min hê xebernedaye lêbelê ezê li Qral Selman bigerim û pê ra biaxivim."
Trump destnîşan kir ku Erebistana Siûdî, Tirkiye û Amerîka xebatên li ser bûyerê didomînin û wiha pê da çû: "Wekî potansiyel ev rewşeke nerind e. Emê bibînin ka çi dibe."
Kaşikçiyê ku tevkarî dida El Watana ji bo reformîstên Erebistana Siûdî platformeke girîng e û di medyaya Rojavayê da xeberên li ser Rojhilata Navîn dinivîsî di 2yê cotmehê da ji bo karûbarên fermî çûbû Konsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî û paşê jê xeber nehatibû hildan.
Trump di daxuyaniya xwe ya beriya vê da nav nedabû lê gotibû ku bi rayedarekî payebilind ê Erebistana Siûdî ra axiviye.