İbrahim Atmaca
13 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2018
WASHINGTON
Rojnameya Amerîkayê ya Wall Street Journalê (WSJ) nivîsî ku Nûnerê Taybet yê Amerîkayê yê li Efxanistanê Zalmay Xelîlzad li Qeterê bi nûnerên Talibanê ra hevdîtin kir.
Li gor nûçeya WSJyê Xelîlzad roja înê li Dohaya paytextê Qeterê bi nûnerên Talibanê ra hat bal hev.
Di nûçeya dispêrin rayedarekî ku hevdîtina Dohayê şopandiye da hevdîtin ji bo ku şerê Efxanistanê yê Amerîkayê kuta bike, hat kirin.
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê der heqê mijarê da hê tu daxuyanî nedaye. Di nûçeyê da hat gotin ku di nav 4 mehên dawîn da ev cara duyemîn e ku rayedarên Amerîkayê bi nûnerên Talibanê ra dicivin û hat gotin ku naveroka hevdîtinan eşkere nîne.
Zalmay Xelîlzad meha çûyî kirin Nûnerê Taybet ê Efxanistanê û Xelîlzad di navbera 4-14ê cotmehê da derketibû tûra Efxanistan, Pakistan, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Qeter û Erebistana Siûdî.
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ji bo ziyaretên Xelîlzad wiha gotibû, "Mîsyona Xelîlzadê Nûnerê Taybet ew e ku bi kordînasyona wî Amerîka Talibanê bîne ser maseyê."