Muhammet Kurşun
26 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Gotebêja Wezareta Derveyî ya Amerîkayê Heather Nauertê, der barê Operasyona Efrînê de daxuyanî da û ji bo unsûrên PYD/PKKê ji dêvla "YPG" rasterast got "PKK".
Gotebêj Nauertê di brîfînga rojane ya çapemeniyê de li ser Operasyona Efrînê û gavên Tirkiyê li herêmê daxuyanî dan.
Nauertê dema ku behsa unsûrên PYD/PKKê yên li rojavayê bakurê Sûriyê kir ji dêvla pênaseya rêveberên Amerîkayê ku her daîm bi kar tînin rasterast got "PKK". Nauertê piştre gotinên xwe serast nekirin û wiha axivî:
"Tirkiye li rojavayê bakurê Sûriyê dev ji DEAŞê berda û ket pey PKKê. Em li wir îstiqrarê dixwazin."
Nauertê diyar kir ku li Efrînê li gor deverên din îstiqrar heye û halê hazir xelkê herêmê dest bi koçê kiriye û loma ew dixwazin ev gengeşî kêm bibe.