Nihat Kavşut
26 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Dana Whiteya Berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) destnîşan kir ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Tirkiye dijî Efrînê dike îhtimal heye balê ji ser operasyonên di pêşengiya Amerîkayê da dijî DEAŞê tên kirin bikşîne û wiha got: "Fikarên Tirkiyeyê yên meşrû li ser ewlehiyê hene. Di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da qeyran tuneye."
White û Kenneth McKenzieyê Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê di daxuyaniya çapemeniyê ya rojane da pirsên rojnamevanan bersivandin.
Dana Whiteyê li ser pirsa "Tirkiye dixwaze Amerîka alîkariya çekan ya dide PYD/PKKyê bisekinîne?" wiha got: "Em niha bi Tirkiyeyê ra di nav hevkariyê da ne. Tirkiye hevalbendê me yê NATOyê ye û fikarên wê yên meşrû li ser ewlehiyê hene. Loma jî em ê tim bi hev ra biaxivin."
Whiteyê li ser pirsa "Di mijara Sûriyeyê da di navbera Tirkiye û Amerîkayê da îhtimala derketine qeyranê heye yan na?" wiha axivî: "Di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da qeyran tuneye. Tirkiye hevalbendê me ye û em bi hev ra dixebitin. Lê êrîşa niha (Operasyona Çiqlê Zeytûnê) îhtimal heye balê ji ser operasyonên di pêşengiya Amerîkayê da dijî DEAŞê tên kirin bikşîne. Wek hevalbend divê em bala xwe bidin ser têkoşîna dijî DEAŞê."
Kenneth McKenzie jî bal kişand ser fikarên Tirkiyeyê yên meşrû yên li ser ewlehiyê û menfeetên ewlehiya neteweyî û got ku operasyonên li Efrînê wê zirarê bidin têkoşîna ku Amerîka li Sûriyeyê dijî DEAŞê dimeşîne.
McKenzie der barê operasyonên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê da xeberda û wiha berdewam kir: "Ev (Operasyona Çiqlê Zeytûnê) tesîra operasyonên ku PYD/PKK li Geliyê Feratê ya Navîn dijî DEAŞê dimeşîne çiqasî kêm bike û ev yekê ji bo operasyonên Amerîka dibe ser DEAŞê jî ewqasî xirab be. Loma jî em seba vê piçûk bikin bi Tirkan ra dixebitin."