Nihat Kavşut
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2018
XUTAYA ROJHILAT/ÎDLIB/ANKARA
Li Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilat û Îdliba herêmên kêmkirina aloziyê ku rejim û alîgirên wê agirbestê binpê dikin ji ber êrişên dawîn qederê 400 sivîlî hatin kuştin.
Li paytext Şamê herêma Xûtaya Rojhilat ku di bin dorpêça rejima Beşşar Esed da ye ji 14ê mijdara 2017an vir va rastî êrişên rejim û alîgirên wê tê.
Li gor agahiyên ku nûçegihayê AAyê yê li herêmê ragihandin, navçeyên Duma û Hareste û beldeyên Hammuriye, Merc, Arbîn, Sakbe, Misraba, Medyere, Zemelka, Cisrîn, Eyn Terma û Beyt Sawaya li herêma Xûtaya Rojhilat tên bombekirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên parastina sivîl ji 14ê mijdara 2017an vir va ji ber êrişên li Xûtaya Rojhilat 5 jê wezîfedarên parastina sivîl 303 sivîl hatin kuştin û hejmara birîndaran jî ji hezar û 400î derbas bûye.

Di 2 hefteyên dawîn da ku Rûsya jî piştgiriya esmanî dide rejimê 161 sivîl hatin kuştin.
- Di 3 hefteyên dawîn da li Îdlibê ji 95an zêdetir sivîl hatin kuştin
Li Îdliba li bakurê Sûriyeyê di 3 hefteyên dawîn da êrişên rejim û alîgirên wê dewam dikin.
Navçeyên Xan Şêxûn, Serakib, Kefer Sicne, Kefrenbîl, Maarretînuman û El-Temaniye û gundên Maarşurîn, Maaretîhirme û El Tuhê bi destê Rûsya û rejimê tên bombekirin.
Li gor agahiyan di vê demê da li Îdlibê herî kêm 95 sivîl hatin kuştin û ji 200î zêdetir sivîl birîndar bûn.
Li başûrê Îdlibê di navbera komên Îran piştgiriyê dide û komên dijî rejimê da pevçûn dewam dikin.
Hêzên alîgirê rejimê li başûrê Îdlibê piştî ku beldeya Sîncarê girtin ber xwe dan balafirgeha Ebu Zuhurê ku stratejîk e.
Xûtaya Rojhilat a li Şamê û Îdliba li ser sînorê Tirkiyeyê 4-5ê gulanê di civîna Astanayê da wek hêrêmên kêmkirina aloziyê hatibûn îlankirin.