11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê xebatkarên taşeronê ji bo derbasî qadroya dewletê bibin serî li saziyên lê dixebîtin dan û gelek kêfxweş bûn. Xebatkaran ji ber vê derfeta ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra jî spas kirin.
Karkerên li pêş Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî civiyan pankarta li serê "Ji birêz Serokomarê me yê qadro da me, neyarê emperyalîzmê, hêviya gelên dinyayê, lîderê mezin ê Tirkiyeya mezin ra spas."
Li ser navê xebatkaran Serokê şaxa Bajêr a Sendîqaya Kar a Buro Ozê Mehmet Akuzum diyar kir ku hêviya wan ew e ev qadroya ji bo taşeronan hat dayîn bi kêrî herkesî bê.