Haydar Şahin
28 Îlon 2018•Rojanekirin: 28 Îlon 2018
BERLÎN
Erdogan: "Nika ev kesa (Can Dundar) li gor daraza Tirkiyeyê mehkûm e, sîxur e, agahiyên dewletê yên veşartî îfşa kirine."
Serok Erdogan got ew plan dikin ku di mijara serbestiya vîzeyê da 6 rêzikên mayî di demeke kin da bi cih bînin.
Serok Erdogan: "Di hevdîtinê da me û birêz Merkelê ji bo xebitandina mekanîzmaya hevkariyê ya ev demek e nedixebitî li hev kir."
Merkel: "Ji bo lûtkeya çaralî ya serokan a li ser Sûriyeyê di mijdarê da were kirin em dixebitin."
Serok Erdogan: "Tirkiye bi taybetî li Sûriyeyê û di mijarên herêmî da berpirsyariyeke girîng hildide."
Serokwezîra Almanyayê Merkel: "Em û serokên dewleta Tirk, Rûs, Fransayê ji bona lûtkeya çaralî ya li ser Sûriyeyê di mijdarê da were kirin dixebitin."
Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê: "Em Almanya, Tirkiyeyeke bi îstiqrar û aboriya wê herdem mezin dibe dixwazin."
Erdogan: "Welatê me wekî qadên din ji bo tehdîdên li ser aboriyê jî amade ye û hêza wê heye ku wan berteref bike."
Serok Erdogan: "Me bi Almanyayê ra daxwaz û hêviyên xwe yên ji bo têkoşîna çalak a dijî rêxistinên terorê bi berfirehî nirxand."
Serok Erdogan got girîngiyê didin têkiliyên aboriyê yên bi Almanyayê ra û got, "Em helwest û peyamên hikûmeta Almanyayê jî bi qîmet dibînin."
Erdogan: "Tirkiye û Almanyayê di krîza penaberan a di dema akutê da berpirsyarî hilda ser xwe û fedekariyên mezin kirin û ev pêvajo nerm kir."
Merkel: "Em dixwazin bi Tirkiyeyê ra hevkariya têkoşîna dijî terorê pêş bixin, têkiliya di nav wezîrên me yên karên navxweyî da yê were zêdekirin"
Serok Erdogan: "(Îadekirina sûcdaran) Ji bo hizûr û kêfxweşiya welatên me bi taybetî di mijara ewlehiyê da zehf girîng e."
Serok Erdogan: "Bi hezaran endamên PKKya rêxistina terorê li Almanyayê ne. Ev kes li vê derê li ciyên cuda dimînin, ev jî waqieyek e."
Erdogan: "Ne heqê min heye ku sîstema hiqûqê û dadgehên Almanyayê rexne bikin, ne jî heqê we heye sîstema daraza Tirkiyeyê rexne bikin."
Erdogan: "Bi sedan endamên FETOya rêxistina terorê li van dera (Almanyayê) dimînin."
Erdogan: "Ji ber têkiliyên aborî yên di navbera Tirkiye-Almanyayê da girîngiyê didim hevdîtina sibê, em ê sibê têkiliyên aborî bînin rojevê."
Erdogan: "Daraza Tirkiyeyê jixwe kesên lazim dike werin berdan berdane da ku li derva bidarizîne."
Erdogan: "Hin caran li welatê min jî hin biryar hatine dayîn ku min jî ne ecibandine. Lê ez mecbur mame ku guh bidimê. Em dikarin hurmetê nîşanê van biryaran bidin yan ji nedin, lê ev jî mijareke cuda ye."
Erdogan got heqê Tiriyeyê heye ku sûcdarekî wekî Can Dundarê 5 sal û 10 meh cezayê hepsê xwariye paşda bixwaze.
Merkel: "Em hewldane derbeya 15yê tîrmehê şermezar dikin. Min beriya vê jî gotibû, ev tişt tu carî nayê qebûlkirin. Lê ji bo ku em tevgera Gulen wekî PKKya rêxistina terorê sûcdar bikin, divê ji me re agahiyên zêdetir bên dayîn."