Elif Orhan
03 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2017
QAHÎRE
Dîna Edlî Huseyînê parêzerê Ehmed Şefîqê Serokwezîrê Misrê yê berê diyar kir ku muwekilê wî duh gihaye Qahîreyê lê belê agahiya wî tune ka li ku ye û xwest ku pê re hevdîtin bike.
Huseyîn ji ser Facebookê hesabê xwê yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got: "Di çapemeniyê de nûçeyên dibêjin ku Şefîq gihaye Misrê û li otêleke Qahîreyê dimîne û wextên cuda destnîşan dikin cî girtin. Lê belê Şefîq heta niha bi min re neket têkiliyê û ji bo ku ez bi wî re hevdîtin bikim bangî min nekirin."
Huseyîn da zanîn ku duh ji nîvro va nizane ka muwekilê wî Şefîq li ku ye û got ku, "Ez parêzerê Şefîk û 3 keçên wî me. Lewra jî ji meqamên Misrê dixwazim ku bi miwekilê xwe re hevdîtin bikin û jê ewle bibim ku ew baş e."
Di vê navberê de Raûf es-Seyyîdê Arîkarê Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya bi serokatiya Şefîq daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir hêj nizanin Şefîqê ku duh gihîşt Qahîreyê li ku ye û got ku "Guftûgoyên dibêjin ku ew li otêlekê dimîne hene lê nehat teyîdkirin."
Di nûçeya ku ENAya ajansa nûçeyan a fermî ya Mîrîtiyên Yekbûyî yên Erebî duh sipart çavkaniyeke rayedar de hatibû gotin ku "Şefîq ji bo ku vegere Qahîreyê ji Îmaratê veqetiya. Malbata wî hê jî li welêt e."
Çavkaniyên Balafirgeha Qahîreyê ya Navneteweyî jî diyar kiribûn ku Şefîq bi balafireke taybet a ku ji Ebû Dabiyê hat bi 20 kesên pê re li Qahîreyê peya bû.
Serokwezîrê berê Şefîq ê ku li Misrê di hilbijartina Serokomariyê ya 2012an de ku Mûhemmed Mursiyê bi derbeyê ji peywira xwe hat dûrxistin qezenc kir de jî bûbû namzed û diyar kiribû ku dê li hilbijartina 2018an de bê kirin dîsa bibe namzed. Şefîq îdia kiribû ku piştî vê biryarê birêvebiriya Îmaratê ji bo wî "qedexeya seyahetê" derxist.