Hüseyin Cem Dağıstanlı
04 Îlon 2026•Rojanekirin: 04 Îlon 2026
Di daxuyaniya WPNê da hat destnîşankirin ku xebatên lêgerînê ji bo keştiya Tugberk Îmamoglu û miretebata wê, ku di 2ê Îlona 2026an de, piştî lihevketina 2 keştîyên bazirganî li peravên Silivriyê noq bû, berdewam in.
Di daxuyaniyê da wiha tê gotin, "Keştiya rizgarkirin û piştgiriyê ya TCG Akin a Hêzên me yên Deryayî, ku ji roja yekem va li herêma qezayê dixebite, keştiya binavbûyî dît. Yekîneyên Hêzên me yên Deryayî bi hemahengî, operasyonên xwe didomînin."