Türkan Tosun
24 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Hat îdiakirin li Mexmûra navçeya Mûsila Iraqê di navbera hêzên Iraqê û pêşmergeyan de pevçûn derket, mirî û birîndar hene.
Albay Ziryan Şêx Wesaniyê yek ji fermandarê pêşmergeyan ê li Mexmûrê ye got ji ber ku Haşdî Şebî û artêşa Iraqê ya ku piştgiriyê dide wan dixwazin ber bi Mexmûrê herin di navbera wan û pêşmergeyan de pevçûn derket.
Wesanî got di pevçûnê de pêşmergeyek miriye ji artêşa Iraqê û Haşdî Şebî jî mirî û birîndar hene lê di destê wan de hejmareke eşkere tune.
Wesanî daxuyand ku 4 wesayîtên leşkerî jî hatine şewitandin.
Hêzên Iraqê der barê pevçûnê de tu agahî neda.