Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî daxuyand ku operasyona seferberiyê ya ji bo rizgarkirina Mûsilê dest pê kir.
Serokwezîrê Iraqê Îbadî wiha got: "Hewlên navneteweyî têrê nekirin ku rê li ber çûyîna terorîstan a Iraqê bigre. Ev herikîn ne kêm bû û ne jî sekinî"
Îbadî beriya ziyareta xwe ya ji bo beşdariya "Civîna Wezîrên Karên Derve yên Welatên Hevpeymanê yên li dijî DAEŞê" ya li Parîsê, axaftina têlevîzyonê kir.
Îbadî destnîşan kir ku ezma wan heye ku DAEŞê ji her bihust axa Iraqê biqewirînin û wiha got: "Hewlên navneteweyî têrê nekirin ku rê li ber çûyîna terorîstan a Iraqê bigre. Ev herikîn ne kêm bû û ne jî sekinî."
Serokwezîrê Iraqê Îbadî qala operasyona rizgarkirina Mûsilê ya ku ji hezîrana sala barî û vir va di destê DAEŞê de ye jî kir û wiha xeberda: "Operasyona seferberiya rizgarkirina Mûsilê dest pê kir."
Îbadî wiha domand:
DAEŞ ji bo fînansekirina berdewamkirina sûcên xwe qaçaxçîtiya neftê didomîne. Armanca me ya ji beşdariya konferansa li Parîsê ew e ku em li dijî DAEŞê piştgiriya van welatan (welatên hevpeymanê) bidin dewamkirin. Heke ku DAEŞ hin axa din a Iraqê jî bi dest bixe û derbasî welatên derdor bibe, ev welat jî dê di emniyetê de nebin."