Mücahit Aydemir
03 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2023
Di êrîşa asîmanî û serdaavêtina Îsraîlê ya dijî bajarê Cenînê û El-Bîreyê yên Şerîeya Rojavaya dagirkirî da 9 kes hatin kuştin, 50 kes birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Filistînê da hat diyarkirin, di encama êrîşa asîmanî ya Îsraîlê ya dijî bajarê Cenînê da 8 welatiyên Filistînî hatin kuştin, li bajarê El-Bîreyê jî Filistîniyekî ku guleya eskerên Îsraîlê li serê wî ket, mir.
Di êrîşa dijî bajarê Cenînê da 10 jê giran 50 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiya peyamnêrê AAyê wergirt, balafirên şer ên Îsraîlê li Cenînê maleke Filistîniyan bi 3 fuzeyan kirin armanc.
Artêşa Îsraîlê jî piştî êrîşa asîmanî ya navborî bi makîneyên kar avêtin ser bajêr û Kampa Penaberan a Cenînê dorpêç kirin.
Ji xeynî van makîneyên kar ên artêşa Îsraîlê rêyên li herêmê xirab kirin û zirar dan gelek wesayîtên sivîl.
- Li El-Bîreyê gule berdan serê Filistîniyekî û ew kuştin
Ji aliyekî din va Wezareta Tenduristiya Filistînê ragihand, li biniya bajarê El-Bîreyê yê Şerîeya Rojava bi guleya eskerên Îsraîlê Filistîniyek birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxaneyê lêbelê li wir nehat xilaskirin.
- Artêşa Îsraîlê: Li Cenînê me dijî zêdeyî 10 cihî êrîşa asîmanî pêk anî
Ji aliyekî din va artêşa Îsraîlê der heqê êrîşa Cenînê da daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li bajarê Cenînê li dijî zêdetirî 10 cihî êrîşa asîmanî hat lidarxistin û di êrîşê da "odeya operasyona hevbeş" a berxwedêrên Filistînî yên bi navê "Tûxaya Cenînê" hat hedefgirtin.
- Li Cenînê eskerekî Îsraîlê birîndar bû, 20 Filistînî hatin binçavkirin
Li gorî ragihandina Radyoya Artêşa Îsraîlê, di serdaavêtina Cenînê da eskerekî Îsraîlê bi şarapnelên narincokekî bi sivikî birîndar bû.
Her wiha hat destnîşankirin hêzên Îsraîlê di çarçoveya serdagirtinê da li Cenînê 20 Filistînî binçav kirin.
- Ji Hemasê balkêşana "şerê berevaniyê"
Di daxuyaniya nivîskî ya baskê eskerî yê Hemasê Tûxayên Îzedîn el-Qesam da jî wiha hat gotin, "Em mil bi mil dikevin şerê parastina Kampa Penaberan a Cenînê."
Li Şerîeya Rojava û Şirîda Xezeyê ji serê salê vir va hejmara Filistîniyên di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin derket 189an.