Kenan Irtak
03 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2023
Armenian Airlines a ku li Ermenistanê nû hat avakirin, dest bi geştên ber bi ÎGA Balafirgeha Stenbolê kir.
Li gorî daxuyaniya kargerê Balafirgeha Stenbolê ÎGAyê, di geşta duh a Armenian Airlinesê da 112 rêwî çûn Stenbolê, di geşta vegerê da jî 42 rêwî çûn Rewanê.
Hefteyê du caran roja çarşem û yekşemê geşt dê di navbera paytextê Ermenistanê Rewanê û her wiha Stenbolê da bi balafira cure A321 û kodên JL400 û 401 va werin kirin.
Tevî Armenian Airlinesê hejmara şîrketên rêhewayê yên difirin Balafirgeha Stenbolê derket 92yan.