20 Gulan 2018•Rojanekirin: 20 Gulan 2018
ANKARA
Erdogan: "(Îdiaya di ziyareta Balkanan da sûîqesd) Ji MÎTê ev nûçe hat. Ji ber ku nûçe hat, ez li vir im. Ji ber gefên wiha em ji rêya xwe nevagerin."
Serokomar Erdogan: "Ji bilî refah, yekîtî û pêşketina aboriyê ya Bosna Hersekê rojeveke veşartî ya welatê me tune û tu carê jî tunebû."
Serokomar Erdogan: "FETOyê çiqlên xwe bi hemû perên civakê va alandiye û dixwaze mîna axtapotekî bijî. Ji bo têkoşîna di vê qadê da jî hewildan û xîreteke mezin pêwîst dike. Em li bendê ne ku pêkhateya FETOyê li Bosna Hersekê bi xebatên dualî va were jinavbirin. Di vê mijarê da deriyê me vekirî ne ku em hevkariyê bikin."
Serokomar Erdogan: (Îdiaya di ziyareta Balkanan da sûîqast) Heke bi hezaran mirovên ku ji cihên cuda yên Ewropayê ji bo serokekî bibînin hatine heke nikaribin hevdu bibînin ev ji bo min tiştekî nebaş e. Emê bi wan re li vir hevdu bibînin. Plana me planeke pir cuda ye. Dema em derketin li ser rê bêyî ku emê dev jê berdin em dewam bikin, wek 15ê tirmehê."