Fatih Gazioğlu
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ANTALYA
Li Antalyayê agir bi depoya keştî lê tên çêkirin ket, tîmên agirkuj hewl didin agir bitemirînin.
Gelek tîmên agirkujiyê çûn ciyê bûyerê. Ji bo ku agir nevêje cihê madeyên kîmyayî lê ne tîmên agirkujiyê hewl didin.
3 karker di bin tesîra dûmanê de man.
Midûrê Giştî yê Herêma Serbest ya Rêveberiya Antalyayê Zekî Gurses daxuyaniyek da û got ku wan piştî xeber hilda bona temirandinê bilez dest bi xebatê kir.
Gurses wiha axivî: "Agir, niha bitemamî hat kontrol kirin. Şikir tu mirin û birîndarî çênebû. Zirareke madî heye. Sedema şewatê hê ne diyar e."