Türkan Tosun
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
OTTAWA
Bob Raeyê Qasidê Taybet ê Myanmarê yê Serokwezîrê Kanadayê Justîn Trudeau got ji ber ku demsala musonê tê 700 hezar Misilmanên ku xwe spartine Bangladeşê jê hinek dibe ku bi nexweşên giran bikevin û bimirin.
Bob Rae raporeke 39 rûpelî ya bi navê "Ji Wan Re Bibêjin Em Mirov in/Kanada û Dinya Ji Bo Qeyrana Rohîngyayê Dikare Çi Bike?" amade kir û di raporê de berfirehî behsa meseleya bûyerên li Myanmarê diqewimin kir. Rapora Rae li ser malpera înternetê ya Wezîriya Karên Derva ya Kanadayê hat weşandin.
Rae spasiya hikûmeta Bangladeşê kir ku ew piştgiriyê didin penaberan û daxuyand ji bo 100 hezar Misilmanên ji Rohîngyayê yên ku rîska nexweşiyên giran di wan de heye qadeke din hewce dike. Rae got ji ber ku demsala musonê tê hezaz û lehî wê çêbibin, nexweşî wê belav bibin û evê jî bibe sedema nexweşiyên giran.
Di raporê de Rae 17 tişt pêşniyaz anî ziman û got divê Kanada ji bo penaberan xebateke berfireh bide destpêkirin ku bihayê vê xebata 4 salên ewil serê salê 150 milyon dolar e.
Rae got hevkariya Kanada û Hikûmeta Myanmarê girîng e û divê kesên komkujî kirine û ji vê berpirsyar in li ber saziyên Neteweyên Yekbûyî hesabê bidin.
Rae anî ziman divê ambargoya çek dayînê ji bo Myanmarê dewam bike û ji bo ku qeyrana Myanmarê baş bê şopandin "Komeke Xebatê ya Rohîngyayê " bê avakirin û ev kom rasterast raporan û agahiyan bide hikûmetê û meclisê.
- Serokwezîr Trudeau, wezîr Bîbeau û Freeland spasî kir
Serokwezîrê Kanadayê Justîn Trudeau, Wezîra Pêşketina Navneteweyî Marîe-Claude Bîbeau û Wezîra Karên Derva Chrystîa Freeland daxuyaniyeke nivîskî weşandin û ji bo raporê spasiya Bob Rae kirin.
Serokwezîr Trudeau got Kanada bibiryar e ku alîkariya mirovan bike û li rojên pêş ewê vê raporê binirxînin.