Fatma Esma Arslan
05 Îlon 2021•Rojanekirin: 07 Îlon 2021
Hat ragihandin li Gîneyê ji texma qesra serokomariyê dengê çekan hat bihîstin.
Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da derketin li paytext Konakriyê di saet 08.00an da ji texma herêma Kaloumê ku qesra serokomariyê û avahiyê îdarî lê ne dengê çekên otomatîk hatiye.
Di nûçeyan da hat destnîşankirin esker daketine kolanan û hatin û çûyîna ji bona navenda bajêr hatine girtin û eskerên birîndar hene.
Hat diyarkirin dengê çekan zehf hatiye bihîstin û îhtimala hewla derbeya eskerî heye.
Meqamên fermî hê der barê mijarê da daxuyanî nedane.
Çapemeniya Fransayê jî bûyerê wek "hewla derbeya eskerî" pênase kir.