Civînê di saet 11.00an de, dê li Qesra Serokomariyê dest pê bike. Civîn dê li hêwana ku li wir civîna Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî hat lidarxistin bê kirin. Di saet 13.30an de ji bo nanê nîvroyê navberê bidin civînê.
Piştî civînê dê Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç, li Hêwana Civîna Çapemeniyê ya Serokomariyê daxuyaniyê bide.
18emîn Civîna Wezîran a di Serokatiya Serokomar de îro tê kirin
Berî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar Cemal Gursel, Fahrî Koruturk, Kenan Evren, Tûrgût Ozal û Suleyman Demirel jî serokatiya lijneya wezîran kir. Erdogan piştî destpêka serdema pirpartiyî ya Tirkiyeyê, dê bibe 6emîn Serokomarê ku serokatiya Lijneya Wezîran dike.
Heştemîn Serokomarê Tirkiyeyê Tûrgût Ozal heft caran, heftemîn Serokomarê Tirkiyeyê Kenan Evren çar caran, çaremîn Serokomarê Tirkiyeyê Cemal Gursel du caran, şeşemîn Serokomarê Tirkiyeyê Fahrî Koruturk du caran û nehemîn Serokomarê Tirkiyeyê Suleyman Demirel du caran serokatiya lijneya wezîran kir.
Civîna dawîn di serokatiya nehemîn Serokomarê Tirkiyeyê Suleyman Demirel de, di 12ê gulana 2000an de, li Avahiya Navenda Serokwezîriyê piştî ziyareta xatirxwestinê ya Bulent Ecevît hatibû kirin.