Nihat Kavşut
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
ÎSLAMABAD
Li bajarê Kuettayê yê li rojavayê başûrê Pakistanê li ber navendeke raydayînê êrîşa xwekujiyê hat kirin û ji ber teqînê 31 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da derketin li Kuettaya paytextê Belucistanê êrîşkarê xwekujiyê yê xwest bikeve navenda raydayînê piştî ji hêla polêsan va hat astengkirin teqemeniyên li ser xwe teqandin.
Hat diyarkirin li ber navenda raydayînê ku qerebalix bû û polês derketibûn dewriyeyê teqîn çêbû û ji ber teqînê 31 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn
Evdirrezaq Çeemayê Midûrê Ewlehiya Kuettayê daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku di nav yên kuştî da 5 polês û 2 zarok hene.
Li gor agahiyan DEAŞa rêxistina terorê êrîş hilda ser xwe.