İbrahim Atmaca
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
QUDIS
Hêzên Îsraîlê li Qudsa Rojhilat li herêma Cebel el-Baba ku bedewî lê dijîn kreşek û navenda jinan bi îdiaya ku "bêruxset" e, xerab kir.
Li herêma Cebel el-Babayê aktivîst Ataullah el-Cehhalîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku eskerên Îsraîlê serê sibê bi wesayîtên eskerî va avêtin ser herêmê û kreşek bi navendeke xizmeta jinan dike, xerab kirin.
Cehhalîn diyar kir, kreş û navenda ku hêzên Îsraîlê xerab kirin, prefabrîk bûn û xerabkirin hê dewam dike.
Cehhalîn diyar kir, rêvebiriya Îsraîlê li gor peymana Osloyê bi îdiaya avahiyên navborî ku di nav herêma "C"yê da ne "bêruxset" in, teblîxat şand û got ku ew avahî wê werin xerabkirin.
Şerîeya Rojava di çarçoveya "Peymana Osloyê ya Duyem" ku di sala 1995an da Filistîn û Îsraîlê îmze kir da wekî herêmên "A", "B", "C"yê hatibûn cihêkirin. Îdare û ewlehiya ji sedî 18ê Şerîeya Rojava wekî "herêma A"yê ji Filistînê ra mabû, îdareya ji sedî 21ê wê wekî "herêma B"yê ji Filistînê ra mabû û "asayîşa wê" dewrî Îsraîlê kiribûn, "îdare û asayîşa" ji sedî 61ê wê wekî "herêma C"yê ji Îsraîlê ra hiştibûn.
Îsraîl li "herêma Cyê" ya destûrê nade ku Filistînî tê da înşaetê çêkin.