Nihat Kavşut
14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 15 Hezîran 2017
NEW YORK
Hat ragihandin li Kalîforniyaya Emrîkayê li tesîseke kargoyê êrişa çekdarî hat kirin û ji ber êrişê 2 kes hatin kuştin 3 jî birîndar bûn
Li gor agahiyên çapemeniya Emrîkayê dispêre Cîgirê Şefê Polêsê San Franciscoyê li herêma Potrero Hilla San Franciscoyê li depoya UPSya 4 qatî kesekî di hundir de gule berdan ên li wê derê.
Di êrişê de bi kêmasî 2 kes hatin kuştin û digel êrişkar 3 kes jî birîndar bûn.
Der barê rewşa birîndaran de agahî nehat dayîn lê diyar kirin ku gelek birîndar neqlî nexweşxaneyê hatine kirin.
Polês ragihand ku kontrol li avahiyê didomin û bila welatî li cihên ewle bisekinin.
Vê sibehê jî li eyaleta Virginiayê li bajarê Alexandriayê êriş li ser endamê Kongreyê hatibû kirin û 5 kes birîndar bûbûn.