Muhammet Kurşun
14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 15 Hezîran 2017
DEWHA
Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu, ragihand ku ew digel Qeterê di nav hemahengiyê de ne û hatina wî bo Dewheyê jî nîşaneya vê yekê ye.
Çavuşoglu digel Wezîrê Aboriyê Nihat Zeybekci gihîşt Balafirgeha Dewhayê û li vir daxuyanî da rojnamevanan, diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ji bo li Qeterê ye.
Wezîrê Derveyî destnîşan kir ku têkiliyên Tirkiye û Qeterê pir baş û wiha dewam kir:
"Qeter welatekî bira ye, qeterî jî birayên me ne. Têkiliya di navbera Serkomarê me Recep Tayyîp Erdogan û Emîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hemad El Sanî de têkiliyeke mînak e. Niha krîzek heye. Tirkiye û Erdogan ji bo çareseriya vê pirsgirêkê tiştê ji destê wan tê dikin. Loma ez têm ziyareta vê derê. Em digel Qeterê di nav hemahengiyê de ne û hatina min bo Dewheyê jî nîşaneya vê yekê ye. Em hatin da ku di navbera Qeter û hin welatên endamên Konseya Hevkariya Kendavê de rêyeke çareseriyê bibînin."
Der barê helwesta Qeterê de Çavuşoglu anî ziman ku gelekî erênî ye û herkes jî rêzê nîşanî vê yekê dide.
Çavuşoglu li ser pirseke der barê helwesta Tirkiyê de jî wiha axivî:
"Divê em rast xeber bidin. Ev nayê wê me'neyê ku em li hemberî hinekan in û alî digirin. Eger xeletiyek hebe divê em bibêjin. Lê gotina ev xelet e jî pirsgirêkê çareser nake. Divê em vê pirsgirêkê çareser bikin. Em naxwazin di navbera welatên bira de vê rewşê bibînin."