Haydar Şahin
21 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2020
Artêşa Lîbyayê diyar kir ku 150 qadên li başûrê Trablusa paytext ên ji milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt hatibûn xilaskirin ji mayînan hatin paqijkirin.
Li gor daxuyaniya yekeya çapemeniyê ya Operasyona Agirê Hêrsê ya artêşa Lîbyayê dimeşîne, Tuxgeneral Ehmed Beyuyê Serokê Odeya Îmheya Mayînan diyar kir ku di nav qadên ji mayînan hatin paqijkirin da Midûriyeta Giştî ya Perwerdeyê, Enstîtua Daraza Bilind, Kuluba Polêsan û Midûriyeta Giştî ya Pasaportan jî hene.
Beyu destnîşan kir ku ekîba midaxeleyê ya îxbaran dinirxîne hetanî nika li 150 qadî lêkolîn kirin û paqijkirina mayînan temam kirin.
Stephane Dujarrica Berdevka Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di civîna çapemeniyê ya 13ê tîrmehê da gotibû, "Ji ber mayîn û teqeeniyên li Traqblusê 52 kes mirin û 96 kes jî birîndar bûn."
Li dijî milîsên Hefterê ji bo paytextê bi dest bixe di nîsana 2019an da dest bi operasyonê kir di va endamên dawîn da artêşa Lîbyayê serkeftinên mezin bi dest xist, meha borî ji nav hemû sînorên Trablusê milîsên Hefter derxistibûn.