Haydar Şahin
21 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2020
Mayîna eskerên peretî yên Wagnera şirketa Rûsyayê ya ku li aliyê Xelîfe Hefterê serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê welêt şer dikin bicî kiribûn teqiya, di teqînê da yekê wan zarok 2 kes birîndar bûn.
Di rûpela Facebookê ya Operasyona Agirê Hêrsê ya artêşa Lîbyayê dimeşîne da wiha hat gotin: "Mayîna eskerên peretî yên Wagnera şirketa Rûsyayê ya li aliyê milîsên Hefter şer dikin bicî kiribûn teqiya, di teqînê da yekê wan zarok 2 kes birîndar bûn."
Di daxuyaniyê da hat destnîşan kirin ku teqîn li Qesr bîn Xeşîra li başûrê paytextê welêt çêbû, der barê rewşa birîndaran da tiştek nehat gotin.
Stephane Dujarrica Berdevka Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di civîna çapemeniyê ya 13ê tîrmehê da gotibû, "Ji ber mayîn û teqemeniyên li Traqblusê 52 kes mirin û 96 kes jî birîndar bûn."
Artêşa Lîbyayê di daxuyaniya xwe ya 22yê gulanê da diyar kiribû ku milîsên Hefter dema revîne mayîn û teqemenî li wargehên sivîlan bi cî kirine.