Li Moskovaya paytexta Rûsyayê pîrozbahiyên Roja Ked û Hevkariyê ya 1ê Gulanê dest pê kir.
Bi hezaran kes serê sibê hatin Meydana Sor ku 1ê Gulanê pîroz bikin.
Piştî ku Yekîtiya Sovyetê belav bû, heta niha ev yekem car e ku destûr hat dayîn cejna karkeran li Meydana Sor bê pîrozkirin.
Li gor daneyên Wezareta Karên Navxweyî ya Rûsyayê sendîkayên karkeran jî piştgiriyê didin pîrozbahiyan û tê texmînkirin ku dê herî kêm 80 hezar kes beşdarî pîrozbahiyan bibin.
Ji bo pîrozbahiyan li meydanê dê gelek çalakî bên lidarxistin.