HEWLÊR
Hat ragihandin di hilbijartinên giştî yên Iraqê de herî zêde beşdarî li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) pêk hat.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê (LHBI) daxuyand li bajarê ku rêjeya beşdariya hilbijartinê herî bilind e, bi rêjeya ji sedî 77an ve Duhok e. Li Hewlêr û Silêmaniyeyê beşdarî ji sedî 74 e. Li Kerkûka ku gelekî Kurd lê dijîn jî beşdarî ji sedî 70 ye. Hat ragihandin li Mûsila ku Suniyan hilbijartinê baykot kirin herî zêde Kurdan dengê xwe da.
- Tewdîrên ewlekariyê bikêr hatin
Bîlgay Dûmanê ku li ser navê Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM) wekî çavdêrê navneteweyî ku hilbijartin şopand, ji nûçegihanê Anadolu Agenyê (AA) re daxuyanî da û wiha got: "Li Herêma Kurdan li gel hilbijartina giştî hilbijartina walîtiyê jî hat kirin. Ji ber vê beşdarî ev çend zêde bû."
Dûman destnîşan kir li herêmên ku Erebên sunî lê dijîn beşdarî kêm bû û wiha dewam kir: "Partiyên sunî bûn sedema vê rewşê, ji ber ku perçe perçeyî beşdarî hilbijartinê bûn."
Dûman bal kişand ku li Kerkûkê di gel bûyerên şidetê dîsa beşdariya hilbijartinê zêde bû û wiha pê de çû: "Serekê lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Necmedîn Kerîm ê ku di heman demê de waliyê Kerkûkê ye jî ji ber populariteya xwe ne tenê dengê kurdan her wiha ji tirk û ereban jî deng wergirt."
Dûman diyar kir tewdîrên ewlekariyê yên ku roja hilbijartinê li seranserê Iraqê hatin stendin gelekî bikêr hatin û wiha domand: "Li gorî rojên berê hilbijartin di atmosfereke ewledartir de derbas bûn. Ev cihê xwe yê şadiyê ye. Newisa dê gelekî bişibiya hilbijartinên 2010an."
- Beşdarî dibû ku zêdetir bibûya
Mebûsê Partiya Civaka Îslamî (Komela) Hawraman Geçeneyî jî îdia kir parlementerên ku gel wan dişîne Bexdayê tenê ji bo berjewendiya xwe dixebitin, ji ber vê jî beşdariya hilbijartinê kêm bû û wiha got: "Heke heta niha wekîlên ku wekî nûner ji bo Bexdayê hatin şandin karên xwe baş bikirana, beşdariya hilbijartinê jî dê zêdetir bibûya."
- PDKê hêza xwe xurt kir, YNKyê xwe topî ser hev kir
Li gorî sindoqên ku heta niha hatin vekirin û li gorî encamên nefermî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Mesûd Barzanî ji sedî 43yan ve li herêma xwe bû yekemîn. YNKya Celal Talabanî ya ku di hilbijartinên 21ê Îlona 2013an de li paş Goranê ma, vê carê ji sedî 23yan ve bû partiya duyemîn. Partiya Goran ya ku Noşirwan Mistefa serokê wê ye ji sedî 22, Partiya Yekgirtûya Îslamî (Yekgirtû) ji sedî 7, Komelayê jî ji sedî 6 deng wergirt.
Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Azad ragihandibû ku li Iraqê beşdariya hilbijartinê ji sedî 60 pêk hat. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku ji 20 milyon û 232 hezar û 499 dengdêrên qeydkirî tenê jê 12 û milyon û 191 hezar kesan dengê xwe da.