Haydar Şahin
03 Mijdar 2018•Rojanekirin: 04 Mijdar 2018
MÛSIL
Piştî ku Mûsila wîlayeta Iraqê ji DEAŞa rêxistina terorê hat xilaskirin 70 hezar Xiristiyan vegeriyan cî û warên xwe.
Yonadam Yusip Kannayê Sekreterê Giştî yê Tevgera Asûriyan a Demokratîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji 120 hezar Xiristiyanên ji ber êrîşên DEAŞê û tehdîdê Mûsil terk kiribûn 70 hezar kes vegeriyan malên xwe.
Kanna destnîşan kir ku 50 hezar Xiristiyan jî ji ber ku li ciyên hatin xilaskirin şert û merc têrê nakin, xizmetên sereke tunin û tirsa ewlehiyê heye nikarin vegerin malên xwe.
Xiristiyanên Keldanî û Asûrê yên bi piranî li Hemdaniye, Tilskof û Başîqê dijîn piştî ku DEAŞê di 10ê hezîrana 2014an da herêm zeft kir malên cî û warên xwe terk kiribûn û koçî Hewlêr, Dihok û Silêmaniya bajarên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê kiribûn.
Hêzên ewlekariyê yên Iraqê di tîrmeha 2017an da Mûsil bi tevahî ji DEAŞê sitandibûn.