Fatih Gazioğlu
20 Îlon 2019•Rojanekirin: 23 Îlon 2019
Ajansa Anadoluyê (AA) bangî rêvebirên Ajansên Nûçeyên Ewropayê kir ku ji bo trajediya mirovî ya li Sûriyeyê diqewime hesas tevbigerin .
Alîkarê Midûrê Giştî û Berpirsyarê Weşana Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Metîn Mutanoglu li Praga paytexta Çekyayê beşdarî civîna Lijneya Giştî ya Yekîtiya Ajansên Nûçeyan a Ewropayê (EANA) bû.
Mutanoglu li vir axaftinek kir û li ser mijara Sûriyeyê sekinî. Mutanoglu got ku li Sûriyeyê nêzî sînorê Tirkiyeyê rîska koçeke mezin heye û xwest ku ji bo belavbûna nûçeyên van geşedanan rêveberiya EANAyê jî alîkariyê bide.

- AAyê ji bo ku krîza li Sûriyeyê bikeve rojeva dinyayê bangî EANAyê kir
Mutanoglu diyar kir ku eger civata navneteweyî eleqeyê nîşanî mijara îhtimala koça li Sûriyeyê nede dibe ku ev tesîr li welatên Ewropayê jî bike.
Mutanoglu li ser navê AAyê ji bo ku krîza mirovî ya li Sûriyeyê bikeve rojeva dinyayê bangî endamên EANAyê kir.

Mutanoglu got ku ew bi 13 edîtorên xwe yên ku bi zimanên biyanî weşanê dikin ra par çûne Sûriyeyê û trajediya li herêmê diqewime ji nêz va dîtin.
Ji hêla din Mutanoglu behsa bernameya perwerdeya nûçegihaniya şer ya AAyê kir û got ku eger bixwazin ew dikarin pewerdeyê bidin endamên EANAyê jî.
Di konferansê da ji xeynî Mutanoglu, Yusuf Kayayê Edîtorê Nûçeyên Ewropayê jî beşdarî civînê bû.