08 Nîsan 2017•Rojanekirin: 09 Nîsan 2017
XAN ŞÊXÛN
AAyê herêma rejima Esed li Xan Şêxûna Îdliba Sûriyeyê êrîşa kîmyewî kir ji jor va kişand.
Di dîmenan da eşkere dibe êrîş li dijî embarên dexl û dehn hatiye kirin.
Piştî rejima Esed 4ê nîsanê li Xan Şêxûnê êrîşa kîmyewî kir û ji 100î zêdetir sivîl hatin kuştin û ji 500î zêdetir kes birîndar bûn, AAyê ji jor va dîmenên herêmê kişand.
Rejima Esed û Rûsyayê îdia kiribûn bombeyên kîmyewî li cebilxaneyên çekên kîmyewî yên mixalifan ketine.
Di dîmenan da eşkere dibe li ciyên êrîş lê hat kirin wesaîtên leşkerî, ciyê kontrolê û rêçên mixalifan tunene.
Di hevpeyvînên nûçegihanê AAyê yên rojek piştî êrîşê hatine kişand da eşkere dibe û gel dibêje avahiyên rastî êrîşê tên embarên dexl û dehn in û mixalifên leşker tunene.
Xelkê Xan Şêxûnê yên xwe sipartine kampa Atmeyê ya li ser sînorê Tirkiyeyê destnîşan kiribûn berê jî li dijî embarên dexl û dehnan êrîş hatine kirin.