Önder Beyter
12 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2020
Li ser banga Tirkiye û Rûsyayê li Lîbyayê li gorî dema herêmî di saet 00.00an da agirbestê dest pê kir. Li ser vê yekê biryar li paytext Trablusê bi fîşengên hewayî hat pîrozkirin.
Li paytextê heya nîvê şevê ku agirbest ket dewrê, dengê teqînan hat bihîstin. Piştî ku agirbestê dest pê kir, paytexta ku 48 saetên dawîn dengê pevçûnan dihat bihîstin, bêdeng bû.
Herwiha piştî ku biryar hat cîbicîkirin, li Trablusê hin ajokaran li qurneyê dan û konvoy çêkirin, li hin taxan jî fîşengên hewayî hatin agirkirin.
Wezareta Veguhestinê ya Hikûmeta Rêkeftina Neteweyî ku rêveberiya meşrû ya Lîbyayê ye, ragihand ku Balafirgeha Mitigayê ku ji ber êrîşên Xelîfe Xefter hatibû girtin, dê cardin were vekirin.
Serkirdeyê derbekar Xefter ê li rojhilatê Lîbyayê, ragihandibû ku ew ê êrîşa ku wan di 4ê nîsanê da dijî paytextê dabû destpêkirin, bidomînin û ew ê guh nedin bangewaziya agirbestê. Kurtedemek piştî peywendiya têlefonê ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn, hêzên Xefter ragihandin ku wan biryara agirbestê qebûl kir.