Türkan Tosun
12 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2020
Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Ji gelê Îranê yê wêrek û êşê dikşîne ra: Ji Serokatiya min vir va ez li cem we sekinîm. Rêvebiriya min wê bi we ra be. Em xwepêşandanên we ji nêz va dişopînin û ji wêrekiya we îlhamê hildidin."
- "Dinya temaşe dike"
Di twîta xwe ya duyem da jî Trump got hikûmeta Îranê divê destûrê bide rêxistinên mafê mirovan ku ew rastiyan bişopînin û van bûyeran bikin rapor.
Trump anî ziman xwepêşandanên aştiyane tên qetilkirin, divê înternet neyê girtin, hişyarî da û wiha got: "Dinya temaşe dike."
Serokê Amerîkayê Trump paşê her du peyamên xwe bi Farisî weşand.
- Li Tehranê xwepêşanên dijî rejimê
Îranê balafireke rêwiyan a Rêhewaya Ukraynayê xistibû. Ji bo kesên di vê balafirê da mirin li paytext Tehranê li ber Zanîngeha Emir Kebirê merasimeke bibîranînê hat lidarxistin. Paşê ev bibîranîn ji ber dirûşmeyên dijî rejimê veguherî û bû xwepêşandan.
Komê dirûşmeyên "Parastvanên Şoreşê şerm bike, welêt rehet bihêle", "Ji dîktator re mirin", "Kesên derewkar îstifa bikin", Fermandarê giştî yê hêzên çekdar (Xamaney) îstifa bike" û "Ji min ra nebêje fîtnekar, fîtnekar tu bi xwe yî" berz kir.
Polêsan midaxaleya komê kir û rêyên diçin ber bi vê xwepêşandanê girtin ku welatî neçin beşdar nebin.