06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2017
BERLÎN
Li Bremena Almanyayê komeke alîgirên PKKya rêxistina terorê li Martîn Lejeuneyê rojnamevanê serbest yê nêzî Tirkiyeyê ye xistin.
Li Bremenê şeva sersalê Odeî Khaledê (15) penaberê ji Sûriyeyê bi destê komeke alîgirên PKKyê hat kuştin û Lejeuneyê ji bo dozê teqîb bike çû ber avahiya dadgehê û li vir alîgirên rêxistinê li Lejeune xistin.
Martîn Lejeune piştî êrîşê dîmen û wêneyên der barê êrîşê da li ser hesabê xwe yê Facebookê weşand û wiha got: "Serokê lijneya dadgehê ji min ra got em ê wek şahid paşiyê li te guhdarî bikin û ji min ra got niha ji salonê derkeve. Ez ji ciyê kesên guhdariya dozê dikin derketim derva. Li wir hin kesan heqaret li min kirin û pê avêtin ber min. Dema ez ji avahiya dadgehê derketim 4-5 wesaîtên polêsan li derva hebûn. Li cem wesaîtên polêsan 5-6 kes hatin ser min û yekî ez girtim û yên din li min xistin. Min avêtin erdê û bi pehînan li serê min xistin. Ez tirsiyan bêm kuştin. Welatî ketin navberê û min xilas kirin. Polêsan tiştek nekir û êrîşkar negirtin."
Lejeune destnîşan wisa tê texmînkirin koma êrîş kir ji derdorê kesên bersûc bûn. Martîn Lejeune îdia kir xwestin tiştên li Odeî Khaled kirin bînin serê wî jî.
Hat destnîşankirin Martîn Lejeune hê li nexweşxaneyê ye.
Li Bremenê şeva sersalê komekê li Odeî Khaledê (15) penaberê ji Sûriyeyê xistin. Odeî Khaled hefteyek di komayê da me û mir. Der barê bûyerê da lêpirsîn hat kirin û polêsan destnîşan kirin 2 kesên bi PKKyê ra têkildar in ji ber bûyerê hatine binçavkirin.