Sevim Hatun
06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
GAZİANTEP/HALEP
Cerablûsa navçeya Helebê ku di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê de ji DEAŞa rêxistina terorî hatibû paqijkirin, dîsa malovaniya bi hezaran sûriyeyiyên li welêt û ji derveyî welêt hatin re dike. Însanên ji ber şer westiyane li vê qada biewle û aram bi cî û war bûn.
Cerablûsa ku di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê de ji aliyê hêzên Artêşa Sûriyeyê ya Azad ve ji DEAŞa rêxistina terorê hat paqijkirin, niha balê dikşîne.
Tirkiyeyê ewil av û ceyran da Cerablûsê paşê bi hewla Şaredariya Mezin a Gazîentabê binesaziya herêmê ji nû ve çêkir. Paşê li herêmê nexweşxane û dibistan hatin avakirin û herêm bo mirovên ji ber şer westiyan bû wargehek balkêş. Cerablûsa ku wexta di kontrola rêxistina terorê de bû serjimara wê 3 hezar û 50 bû, piştî koçên dawî geş bû serjimar gihît 50 hezar î.
Li navenda navçeyê dikanên xwarin û cil û bergan jî hatin vekirin ji bilî vê dikanên eşyayên elektronîk û zêrfiroş jî vedibin.
Trafikte yoğunluğun da arttığı Cerablus'ta, akşam saatlerinde de halkın sokaklarda özgürce dolaştığı dikkati çekiyor.
- Minetdarê Tirkiyeyê ne
Rim Abitê ku ji ber şer mecbûr ma 2 salan li Tirkiyeyê bimîne got ku ew li Tirkiyeyê hînê Tirkî bûye.
Abit wiha axivî: "Rewşa em ya li Tirkiyeyê gelekî baş bû. XWedê ji Tirkiye û hemû dostên me razî be."