Türkan Tosun
06 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
HATAY
Serokê Giştî yê Hîva Sor a Tirkiyeyê Kerem Kinik got Tirkiye tekane hêviya mezlûmên li Sûriyeyê ye û wiha axivî: "Hêviya tekane ya van mirovan em in. Ji bo ku ev însan car din vegerin jiyana normal, bi tenê em mane ku dengê wan bilind bikin. Bi tenê em mane ku wicdana wan temsîl bikin. Mehmetçîkên me îro ji bo ku ev qeyran xilas bibe fedakariyê dikin."
Kinik ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ew ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê vir va li cihên ku ji terorîstan hatine paqijkirin alîkariya mirovî dikin û bi Artêşa Tirkiyeyê û tîmên AFADê re tevdigerin.
Kinik got li Efrînê bi taybetî navenda bajêr, herêmên Bulbul û Cindêresê alîkariya me wê zêdetir bibe.
Kinik anî ziman li Efrînê 323 hezar kes dijîn ku jê 125 hezarê wan ji Helebê hatine û wiha dewam kir: "Ew dixwazin vegerin Helebê lê mixabin hêzên YPGê û rejima Sûriyeyê ji ber ku rêyên Helebê venakin ku ew derkevin. Bi rastî ya ku hewce dike dema li hember rêxistinên terorî şer tê kirin, divê sivîl bên texliyekirin. Me li Îdlibê, Ezazê û bakurê Efrînê cihên ku sivîl bikaribin lê bimînin amade kir û em amade dikin. Heke li herêmên pevçûnê hêzên ku pev diçin destûrê bidin ev mirov wê xwe bispêrin vir. Lê mixabin ji ber ku wek mertalê zindî tên bikaranîn destûr nadin wan."