Türkan Tosun
28 Adar 2019•Rojanekirin: 28 Adar 2019
Amerîka di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da ji ber biryara xwe ya der barê Girên Golanê da tenê ma. 14 endamên din ên konseyê jî li hev kirin ku herêma hatiye dagirkirin ne axa Îsraîlê ye.
Piştî Amerîkayê desthilatiya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê qebûl kir, Sûriyeyê ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî civînek xwest.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza Sûriyeyê civiya.
Kordînatorê Siyasî yê Nûnertiya Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Amerîkayê Rodney Hunter di konseyê da wiha axivî: ''Heke destûr bê dayîn ku Girên Golanê ji hêla rejima Sûriyeyê û Îranê va bê kontrolkirin, ewê bê meneyê ku ji êrîşên rejim, Îran û Hizbullahê yên dijî Îsraîlê ra deng wê neyê derxistin. Ev biryar ji bo ewlehiya Îsraîlê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Amerîka bawer dike ev biryar wê ji bo îstiqrara herêmê baş be."
Amerîka her çiqas di konseyê da vê biryarê biparêze jî di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî da tenê ma. 14 endamên konseyê li hev kirin ku herêma hatiye dagirkirin ne axa Îsraîlê ye.
Alîkarê Nûnerê yê Neteweyên Yekbûyî yê Rûsyayê Vladîmîr Safronkov jî got ev biryara Amerîkayê ya yekalî wê tu biryareke hiqûqî ya navneteweyî neguherîne.
Îsrailê ji sala 1967an vir va axa Sûriyeyê Girên Golanê dagir kiriye.