20 Sibat 2019•Rojanekirin: 21 Sibat 2019
WASHINGTON
Erdên di destê DEAŞê da bi tevahî hatin sitandin ligel vê Amerîkayê piştgiriya ji bo têkoşîna dijî DEAŞê ya li Sûriyeyê dide YPG/PKKya navê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS) bi kar tîne bidomîne.
Amerîkayê pêvajoya ji Sûriyeyê vekişandina eskerên xwe da destpêkirin ligel vê stratejiya li ser Sûriyeyê ya rêveberiya Washîngtonê hê eşkere nîne.
Eskerên Amerîkayê vedikişin lêbelê pirsên li ser têkiliya Amerîkayê û YPG/PKKya navê HDSyê bi kar tîne, aqûbeta sîlahên dane rêxistinê, pêkanîna îstiqrara herêmên ji DEAŞê hatin sitandin û aqûbeta endamên DEAŞê yên zindî hatin girtin li benda bersivê ne.
- Piştgiriya ji YPG/PKKyê ra ew ê dewam bike
YPG/PKKya rêxistina terorê hefteya borî Bagoza bajaroka dawîn a di destê DEAŞê ya li rojhilatê Feratê zeft kiribû.
Bi vî awayî êdî hincetek di destê Amerîkaya îdia dikir bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê piştgiriyê dide YPG/PKKyê da nema ku alîkariyê bide rêxistinê.
Lêbelê tê dîtin ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) hinceta xwe ya berê gelek caran revîze kiribû dîsa revîze kir.
Nûçegihanê AAyê got, "Erdê dawîn ê di destê DEAŞê da jî hat sitandin, bi vekişîna Amerîkayê va gelo hûnê sîlahên di destê YPG/PKKyê da kom bikin?" li ser vê Serpel Sean Robertsonê Berdevkê Pentagonê got piştgiriya ku Amerîka dide rêxistinê ew ê dewam bike.
Robertson di bersiva xwe da wiha agot:
"HDS di têkoşîna dijî DEAŞê da bû hevkarekê ewledar û êalak. Me got ku sîlahên dan HDSyê ew ê ji bo wezifeya taybet û têkbirina DEAŞê bin û hejmara wan were zanîn. Hindik ma bakurê rojhilat (ya Sûriyeyê) were azadkirin lêbelê hê gelek karên dibê werin kirin hene. Dema ew wan erdan paqij dikin û pêşî lê dibir ku DEAŞ dîsa dernekeve holê em ê piştgiriya ji bo wan bidomînin."
Amerîkayê ji sala 2015an vir da bi navê Koalisyona Ereban a Sûriyeyê sîlah dida YPG/PKKyê. Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di gulana 2017an da di çarçoveya operasyona Reqayê da telîmat dabû ku sîlahan rasterast bidin YPG/PKKyê.
Pentagonê jî gotibû ku sîlahan bi tenê ji bo operasyona Reqayê didin û piştî operasyonê ew ê sîlahên giran ji destê wan hildin.
Lêbelê piştî operasyona Reqayê, ji ber ku berê operasyonê di başûr da kirin Amerîkayê gotibû ku ew ê sîlahan hê kom nekin.
Amerîkayê ji bo piştgiriya dide YPG/PKKyê herêmên di edestê DEAŞê da wekî hincet nîşan dida, pişt ku DEAŞ hat têkbirin nika li formuleke din digere. Rêveberiya Washîngtonê nika dibêje "Ji bo DEAŞ dîsa li wan herêman derneke holê" ew ê têkiliyê bidomîne.
Rêveberiya Washîngtonê dixwaze ku parastina YPG/PKKyê hewaleyê welatên Ewropayê bike.
Patrick Shanahanê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê beriya civîna NATOyê daxuyanî dabû û gotibû di rojeva wan da ye ku li Sûriyeyê "hêza çavdêriyê" ya ji hevkarên koalisyonê pêk tê ava bikin.