Haydar Şahin
20 Sibat 2019•Rojanekirin: 21 Sibat 2019
ÎSTANBUL
Li Misrê 9 kesên bi îdiaya têkiliya wan bi êrîşa bi bombeyê ya dijî Hîşam Bereketê Serdozgerê Misrê ra heye hatibûn mehkûmkirin hatin dardakirin.
Li gor xeberên di çapemeniya Misrê da hatin weşandin, 9 ciwanên ji ber suîqesta dijî serdozger dihatin darizandin îro ber destê sibê li Girtîgeha Îstinafê ya Qahireyê hatin dardakirin.
Ehmed Tahayê kurê Mihemed Taha Wehdanê endamê Ofêsa Rêberiyê ya wekî heyeta îcrayê ya herî bilind a Teşkîlata Îxwanê Mislimîn tê zanîn jî di nav wan ciwanan da bû. Wisa tê zanîn ku cara ewil e kurê rêvebirekî Îxwanê hat dardakirin.
Navê kesên hatin dardakirin wiha ne:
Ehmed Taha, Ebul Qasim Ehmed, Ehmed Cemal Hîcazî, Mehmûd Ehmedî, Ebu Bekir Seyîd, Ebdirehman Silêman, Ehmed Muhemed, Ehmed Mehrus Seyîd û Îslam Mihemed.
- Banga ji bo sekinandina dardakirinê encamek bi dest nexist
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di daxuyaniya xwe ya duh da xwestibû ku bira înfaza 9 ciwanên mixalif ên hatibû diyarkirin ku ew ê îro werin dardakirin bidin sekinandin.
Di daxuyaniyê da hatibû gotin ku ji bo înfaza cezayê dardakirin girtî sewqî girtîgeha îstinafê kirine, bersûc bi bêhiqûqî hatine darizandin.
Wekî mayîn di daxuyaniyê da hatibû destnîşankirin ku hin bersûcan di îfadeya xwe ya dema darizandinê da gotin ku "ji bo sûc îtiraf bikin êşkence li wan hat kirin".
Daraza Bilind a Misrê di mijdara 2018an da cezayê dardakirinê yê ji ber sûîqesta li dijî Hîşam Bereketê Serdozger di sala 2015an da dabûn 9 bersûcan tesdîq kiribû. Bersûcan di parastina xwe da sûcên ku diavêtin ser wan red kiribûn û gotibûn bi êşkenceyê îfadeya wan hat hildan.