Fatih Gazioğlu
21 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2018
HEWLÊR
Yekîneyên Amerîkayê yên li Iraqê, hedefên DEAŞa rêxistina terorê yên li Çiyayê Qerecaka li Mexmûra navçeya Mûsilê xistin.
Albay Ziryan Şêx Wesaniyê yek ji fermandarê pêşmergeyan ê li Mexmûrê got yekîneyên Amerîkayê şev li Kelata herêma Çiyayê Qerecakê baregehên DEAŞê dane ber topan.
Wesanî got ku li çil û çiyayên herêma Mexmûrê qasî 300 endamên DEAŞê hene û der barê encama êrîşê da wan hê tu agahî hilnedane.
Balafirên Şer ên Amerîkayê li derûdorê Çiyayê Karacakê dijî hedefên DEAŞê gelek caran êrîşan li dar dixin.
DEAŞ ji Mûsilê hat derxistin lêbelê endamên rêxistinê xwe li herêmên rojava û başûrê wîlayetê vedişêrin û car caran jî êrîşên xwe didomînin.
Artêşa Iraqê û hêzên peşmergeyan li Mexmûrê dijî DEAŞê car caran operasyonan li dar dixin.