21 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Maslahatguzarê Nûnertiya Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Tirkiyeyê Rauf Alp Denktaş got: "PKK/PYD/YPGya rêxistina terorê li Sûriyeyê nahêle zimanê Erebî were hînkirin û qedexe dike."
Denktaş li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di rûniştina Sûriyeyê da axivî. Denktaş got ku PYD/PKK/YPGya rêxistina terorê li bakurê Sûriyeyê heta niha gelek qetlîam kirine û ev jî 3 sal beriya vê ji hêla Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi belgeyan hatiye îspatkirin.
Denktaş got ku rêxistina terorê li bakurê Sûriyeyê niha jî hînkirina zimanê Erebî qedexe dike û wiha axivî: "PKK/PYD/YPGya rêxistina terorê nahêle li mektebên bakurê Sûriyeyê zimanê Erebî were hînkirin û qedexe dike. Di rapora Guterresê Sekreterê Giştî yê NYê ya ku pêşkêşî konseyê kiribû da jî ev tespît heye."
Antonîo Guterres meha cotmehê bi sernavê "Rapora 57emîn" li ser geşedanên li bakurê Sûriyeyê raporek pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kiribû.
Di rapora de hatibû gotin ku PYD/PKK/YPGya rêxistina terorê li bakurê Sûriyeyê ji 250î zêdetir mekteban nahêle zimanê Erebî were hînkirin û perwerdeya Erebî qedexe kiriye.
- "Em nahêlin tu terorîst li herêmên nêzî sînorê me bi cih bin"
Denktaş got ku Tirkiye têkoşîna dijî rêxistinên terorê ya ku li sînorê xwe wê bidomîne û wiha axivî:
"Komên PKK/PYD/YPGyî li rojhilatê Feratê êrîşî sînorê me dikin. Niha jî li sînorê me dest bi kolandina tunelan kirine. Em nahêlin tu terorîst li herêmên nêzî sînorê me bi cih bin. Tirkiye eger li hemberî ewlehiya xwe xetereyekê bibîne, wê çaxê dijî PKK/ PYD/YPGya rêxistina terorê pêngavên ku hewce dikin wê biavêje."