Türkan Tosun
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
WASHINGTON
Rêvebiriya Amerîkayê der barê êrîşa Hêzên Esmanî ya Efxanistanê ya ku di 2yê nîsanê de li wîlayeta Kunduzê kir, sivîl hatin kuştin de hê daxuyaniyeke fermî neda.
Li ser êrîşê re sê roj derbas bûn, lê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê hê daxuyaniyeke fermî neda û pirsên AAyê jî nebersivand.
Wezareta Parastinê ji AAyê re daxuyand di êrîşê de tu rola wan tune.
Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê li ser pirsên nivîskî yên der barê bûyerê de got "Pirsên xwe ji hikûmeta Efxan bipirsin."
Rayedarekî ji wezaretê yê ku nexwest navê xwe bibêje jî ji AAyê re got ew îdiayên ku dibêjin sivîl hatine kuştin bi baldarî dişopînin û ji ber mirina mirovên bêguneh xemgîn in.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê bertek nîşanî îdiayan dabû, roja sêşemê daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û wiha gotibû: "Hêzên Amerîkayê yên li Efxanistanê li Kunduzê tu êrîşeke esmanî nekirin. Îdiayên berevajê vê ne rast in."
Hêzên Esmanî ya Efxanistanê di 2yê nîsanê de li wîlayeta Kunduzê êrîşî medreseyekê kiribûn, di êrîşê de 100 kes hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bûbûn.